Sedsalek Xebat Di Rêya Zimanê Kurdî De Teorî-Sîyaset-Îdelojî
Ziya AvcıBûyerên sala 1918 û 1991an bê payîn dêmenê zimanê kurdî guherîn, parvekirin û ji hev qutkirina di navbera desthilata siyasî û ziman de pêk anî, û hem zelalî ji bo zimanê me pêk anî û hem firsetên jê birî, û rewşenbîr û têkoşerên siyasî yên kurd kir saheya xebateke aloz û giran ya di warê ziman de.Piştî 1918an, zimanê kurdî tûşî siyaseta zimanê cûr bi cûr bû, jizimankujjya (linguicide) Tirkîyê û Îranê bigre heta geşepêdana biYekîtîya Sovyetê re ji salên 20an heta 1937an, di navbera wanherdu siyasetan de, li Iraqê dewleta întîdabê û piştî întîdabêzimanê kurdî dihelandin, rê nedidan geş bike û fireh bibe. Farisî,tirkî û erebî bûn zimanê resmî û dewletê kirin wasiteya dariştinanetewe-dewleta Tirk, Îran, Iraq û Sûrîyê û helandina gelê kurd. Limilê din Sovyetê, dewleta îdeolojîk, siyaset û bernameya xwe jibo zimanan hebû, û ji ber wê tebeqeke rewşenbîrî ya kurd pêknehatibû, firehbûn bi zimanê kurdî dibû rê veke ji bo perwerdeki-rina zimannasîyê, mamoste, nivîskar, rojnamenivîsî û rewşenbîrêndin, li Iraqê, ku tebeqeya rewşenbîrî awayê nû belavbûyî yê kurdpê hilgirtibû, bernameya dewletê ew bû kurdî di perawêzê de bimîne, û qîmeta kulturî, aborî, siyasî û zanistî peyda neke ji bowê wekî paşmaleya zimanê erebî bimîne.

