KifidiaKifidia
Geri

Doktor Jijo

Siya Sitav
Yıl: 2022Sayfa: 38ISBN: 9786257085618
Henüz puanlanmamış
0 paylaşım
Alıntı Ekle İnceleme Yaz

Edebiyata zarokan a modern li ser sê esasên bingehîn ava dibe. Di edebiyata zarokan de ev hersê esas wekî mifteya pîvanên pedagojîkbûnê tên dîtin.1. Li gorî zarokê bûn: Ev yek di derheqê pêşketina ziman û pêşketina zîhnî ya zarokê de ye ku ev jî têkildarî asta têgihiştin û serwextbûna zarokê ne 2. Perspektîfa Zarokê: 3. Rastiya zaroktiyê : Ev jî perspektîfa nava metnê ye, feraset û dinyaya zarokê ye.Ev hersê têgeh tên vê wateyê ku nivîskar dema metnê diafirîne gere bi çavê zarokekî li meselê binêre û bi çavên zarokekî bibîne.Doktor Jîjo jî li gorî van esasan; bi têgihiştin, feraset û serwextbûna zarokên 4-6 salî û li gor perspektîf û dinyaya wan hatiye nivîsîn û li gor esasên teknîkên hînbûn û hînkirinê hatiye amadekirin. Ji xêzkirina wêneyan bigire heta diyarkirina qalîteya kaxizê jî li gor esasên pedagojiyê hatiye kirin.Çîroka Doktor Jîjo li dora çûyîna doktor ava bûye. Wekî ku tê zanîn pirê zarokan naxwazin herin doktor û ji ortama nexweşxaneyan û ji doktoran ditirsin. Lê di Doktor Jîjo de; çûyîna doktor tiştekî ji rêzê ye, wekî ku tiştekî rojane be. Ne ku tirs tuneye, tirs jî heye lê çareseriya wê jî heye. Zarok dema Doktor Jîjo bixwînin hem wê jê kêfê bigirin û hem jî wê li ser bifikirin.

Tahmini Okuma Süresi

Toplam ~57 Dakika
Günde 30 dk
2 gün
Günde 1 saat
1 gün
Günde 2 saat
1 gün

38 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

Bu içerik için henüz paylaşım yok.